Yarra Valley Water

Menu

Close menu

Kurdish Kurmanji - Kurmancî

WaterCare (Lênêrîna avê)

Jiyan her gav li gorî planê naçe. Heke hûn di hilgirtina fatûreyên xwe de rastî tengasiyê tên, em dikarin ji we re bibin alîkar ji bo ku çareseriyek rast ji we re bibînin.

Ji rêkeftinên dravdana guherbar bigire heya domandina fatûreyan û xalên dakêşanê, me vebijarkên cûrbecûr hene ku ji we re bibin alîkar ku hûn fatûreyên xwe birêve bibin.

Çavkaniyên me bi zimanên din ji bilî Îgilîzî bikar bînin, da ku ji nû ve kontrolkirina fatûreyên av û kanalîzasyonê, bi şêwirdariyê li ser ka meriv çawa drav bide, çawa xilas bike û piştgirîya ku heye bikar bîne.

Ger hûn dixwazin bi telefonê bi me re biaxivin, şêwirmendên me yên navxweyî li ser çar zimanan hene û gihîştina xizmeta wergêra belaş heye.

Li ser 1300 304 688 bi me re telefon bikin an jî forma daxwaza me ya vegerandina bangê dagirin.

Forma daxwaza vegerandina bangê

Vebijarkên dravdana guherbar

WaterCare (Lênêrîna avê) piştgiriya dravdanê û guherbarê pêşkêşî dike ku li gorî rewşa we be. Gelek awayên me hene ku ji we re bibin alîkar ku hûn fatûreya xwe bidin. Ji bo vebijarkên bêtir bi me re telefon bikin li ser 1300 304 688 û fêr bibin ka em çawa dikarin alîkariya bikin.


Planek dravdanê saz bikin

Ma hûn dravdanên piçûktir, pir caran ji bo birêvebirinê hêsantir dibînin? SmoothPay (DiravdanaZelal) rêyek e ku hûn fatûreya xwe bi mîqdarên piçûktir, pir caran zêde bidin.

Daxwaza SmoothPay (DiravdanaZelal) bikin an têkilî bi tîmê me re bikin li ser 1300 304 688 ji bo ku hûn bi plansaziyek dravdanê ya ku ji we re dixebite alîkariyê bistînin.


Daxwaza domandina dravdanê bikin

Ger ji we re demek bêtir hewce be ku hûn li ser fatûreyên xwe bisekinin, hûn dikarin ji bo dirêjkirina dravdanê heya 30 rojan daxwaz bikin.

Em vê vebijarkê pêşniyar dikin heke hûn hewceyê hin arîkariya demkî ne.

Îmtiyazên

Kî mafdar e?

Ava Yarra Valley ji bo xwediyên kartên jêrîn dakêşanên tawîzan peyda dike.

Pensioner Concession Card
Centrelink Pensioner Concession Card
Pensioner Concession Card (2nd version)
Centrelink Pensioner Concession Card (2nd version)
Centrelink Healthcare Card
Centrelink Health Care Card
Department of Veteran Affair Health Card
Department of Veteran Affairs Pension Card
Department of Veteran Affair Health Card (2nd Version)
Department of Veteran Affairs Health Card (2nd Version)

Ger yek ji van kartên we hebe, hûn ê hewce bikin ku Îmtiyaza xwe bi me re tomar bikin.

Hûn dikarin ji her malbatê re gelek Îmtiyazan tomar bikin lê erzan tenê carekê tê sepandin.


Îmtiyaz çiqas e?

Ji bo 2023-24 kêmkirina 50% li ser lêçûnên av û kanalîzasyonê heya salek herî zêde 354.10 $.

Heke ji we re tenê ji bo karûbarek yekane, wek tenê av, fatûreya we tê dayîn, hûn ê ji sedî 50 ji berdêlên avê heya herî zêde 177.05 $ bistînin.

Em ê îmtiyaza we ya ji bo fatûreyên berê ji roja destpêkê ya li ser karta we paşve bidin, an heya 12 mehan heke karta we ji 12 mehan kevintir be, û vê mîqdarê deynê hesabê we.


Ez çawa qeyd bikim?

Hûn dikarin îmtiaza xwe bi onlayîn li ser yvw.com.au/concessions tomar bikin an jî li ser 1300 441 248 bi me re telefon bikin.

Ger kartek weya îmtyaz tune be, lê hûn difikirin ku dibe ku hûn mafdar bin, ji kerema xwe bi Centrelink re li ser 13 10 21 an bi Wezareta Karûbarên Veteran re bi 03 9284 6000 re têkilî daynin.


Dema ku min qeyd kir çi diqewime?

Gava ku we hûrguliyên îmtiyaz tomar kir, em ê mîqdara îmtyazê ji fatûreya weya paşîn derxînin heya ku karta we êdî derbasdar nebe.

Granta Alîkariyê

Ger hûn beşek ji malbatek kêm-dahat in û we dît ku hewcedariya we bi hin destekek darayî ya zêde heye, dibe ku hûn mafdar bin ji bo Wrgirtina Alîkariya Xercê Xizmetên Bajariyê Dewletiyê Eyaletê, li wir hûn dikarin heya 650$* ji fatûreya Avê ya Yarra Valley bistînin.


Çawa daxwaz bikin

Ji bo axaftinek nehênî bi me re têkilî daynin li ser 1800 994 789 û ji bo daxwaza forma serîlêdanê an serdana me bikin yvw.com.au/urgs

*Şertên sepandinê

Piştgiriya ji bo xerîdarên ku ji şîdeta nav malê û malbatê bandor bûne

Em fêm dikin ku şîdeta malbatê di her kêliyê de dikare li her kesî bibe.

Tîma meya Piştgiriya WaterCare (Lênêrîna avê) ya fedakar ji bo alîkariya kesên ku rastî şîdeta malbatê tê were perwerde kirin. Hûn ê tenê carekê rewşa xwe rave bikin û delîlek zêde hewce nake.

Em ê bi têgihiştin û hurmetê bi we re mijûl bibin, rave bikin ka em çawa dikarin di vê rewşa dijwar de alîkariya we bikin, û bi qasî ku hûn hewce ne ku hûn vebijarkên xwe bifikirin bidin we.


Têkilî kirin

Ger hevalek an endamek malbatê ji we re fatûreyên av û kanalîzasyonê bêpere hiştine, an jî hûn hewceyê tedbîrên nepenîtiyê yên zêde li ser hesabê xwe ne, ji kerema xwe bi Tîma Piştgiriya WaterCare (Lênêrîna avê) ya bi ezmûn re têkilî daynin ser 1800 637 316 di navbera 8:00 sibê û 5:00 êvarî, Duşemê heta Roja Înê.

Em dizanin ku gava ku hûn tûşî şîdeta malbatê dibin, gihîştina alîkariyê dikare dijwar be. Ger hûn dixwazin ku em bi we re têkilî daynin, ji kerema xwe daxwazek paşvegera bangê li jêr bişînin û yek ji şêwirmendên me yên perwerdekirî û rêzdar dê bangî we bike.

Rêbazên dravdanê

Debîta Rasterast - Bi Debîta Rasterê re, fatûreyên we dê bixweber di roja wan de bêne dayîn.
Wekî din, hûn dikarin ji hesabê bankê, hesabê yekîtiya krediyê, an VISA an Mastercard-ê dravdanên otomatîkî saz bikin.


Veguheztina Diravî ya Elektronîkî (EFT) - EFT dihêle hûn fatûreya avê bi veguhastina dravê rasterast ji hesabê xweya bankê bidin.


BPAY - Li logoya BPAY-ê li ser fatûreya xwe bigerin da ku koda fatûreyê û hejmara referansê bibînin. Dûv re hûn hewce ne ku gazî banka xwe bikin an têkevin banka xweya înternetê, BPAY an vebijarka dravdana fatûreyê hilbijêrin û rêwerzan bişopînin.


Karta krediyê - Hûn dikarin bi karta krediyê onlayîn an bi têlefonê bidin.
Ji 1300 362 332 re telefon bikin ku bi VISA an Mastercard 24 demjimêran, 7 rojên hefteyê bidin. Ji kerema xwe not bikin ku AMEX û Diners Club nayê qebûl kirin.


AusPost Billpay - Li her ofîsa Posta Avusturalya bi drav, çeq an karta krediyê bi kesane bidin. Ji bîr mekin ku hûn kopiyek fatûreya xwe bistînin, ji ber ku ew ê hewceyê barkodê bikin ku dravdana we bişopînin.


Centrepay - Xerîdarên Centrelink dikarin ji dravdanên xwe yên Centrelink daxistinên birêkûpêk saz bikin. Hûn dikarin hilbijêrin ku vê yekê bi rêkûpêkek SmoothPay (DiravdanaZelal) re hev bikin da ku drav û budceya hê hêsantir bikin.

Ji bo sazkirina Centrepay, hûn ê hewce bikin ku bi Centrelink  re têkilî daynin û hejmara referansa xerîdar a Yarra Valley Water ji wan re peyda bikin: 555 054 118T.

Pelên ji bo dakêşanê hene